10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pîrozbahî li Xirîstiyanên Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî îro 24.12.2024 bi boneya Cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh peyamek pêşkêşî Xirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û tê de tekezî li ser kûrkirina çanda pêkvejiyanê û biratiya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî û cejna ji dayikbûna hezretî Mesîh (silavên xwedê li ser bê) germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xûşk û birayên mesihiyên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.

Bi vê helkeftê ez tekeziyê li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya wê yekê jî dixwazim xwişk û birayên me yên Mesîhî (Xirîstiyan) hemû cejn û helkeft û xweşiyên xwe li aramî û tebayiyê de bi rê bikin. Hêvîdar im ev helkeft destpêkek bê ji bo pêkhatina aştî û aramiya li navçeya me û hemû cîhanê da.

 

Mesûd Barzanî
24.12.2024

 

Nûçeyên têkildar