10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Xirîstiyanan kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Jidayikbûna Mesîh pîrozbahî li Kiristiyanan kir û got: “Hêvîdar im ku cejna aştî û aramiyê be, hemû bêhnvedaneke xweş derbas bikin û ji bo hemûyan saleke tijî bextewerî û serkeftin be.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

“Bi helkefta hatina Cejna Noelê û ji dayikbûna Hezretî Îsa Mesîh (Silavên Xwedê li ser bin), bi germî û ji dil pîrozbahiyê li welatiyên me yên ezîz yên Xirîstiyanên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û li seranserê cîhana xiristiyan pîroz dikim. Hêvîdar im ku cejna aştî û aramiyê be, hemû bêhnvedaneke xweş derbas bikin û ji bo hemûyan saleke tijî bextewerî û serkeftin be.

Bi vê minasebetê, em hemû welatiyên xwe yên Xiristiyan piştrast dikin ku, wek hertim em dê mafên wan biparêzin û ji bo bihêzkirina nirxên me yên hevpar û kûrkirina çanda cihêrengiya olî û etnîkî, pêkvejiyan, hevpejirandin û tolerans a di nav hemû pêkhateyan da berdewam bin. Kurdistan, bi bê cudahî, dê niştimanek û maleke aram ji bo hemûyan bimîne.

Cejn li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xêr û xweşî be.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

12.24.2024”

Nûçeyên têkildar