Mesrûr Barzanî Cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24.12.2024 peyamek bi boneya Cejna Jidayikbûna Pêxember Îsa Mesîh (silavên Xwedê lê bin) belav kir û pîrozbahî li Kiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Serokê Hikûmetê ragehand, “Kurdistan hertim welatê pêkvejiyana olên cuda bûye û divê em hemû zêdetir çanda pêkvejiyana aştiyane pêş bixin û aştiya civakî, biratî û yekrêziya di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de bihêztir bikin.
Cejna ji dayikbûnê pîroz be û hertim di xwaşiyê de bin.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
24.01.2024”




