Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Holanda rewşa Êzdiyan û guhertinên li Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê re civiyan û di wê hevdîtinê de herdu aliyan rewşa Êzdiyan û guhertinên li Sûriyê gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro Duşema 23.12.2024 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Ruben Brickelmans Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku, Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Pêşmerge, Balyozê Holandayê li Iraqê û hejmareke berpirsên her du aliyan tê da amade bûn, peywendiyên Holandayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê berevanî û perwerdehiya leşkerî de, hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya hemahengiya di hemû waran da, ya di navbera hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên Holandayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya şerê dijî terorê da kirin.
Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê, rola Herêma Kurdistanê ya bihêzkirina aramiya herêmê û hewlên çaksazî û yekxistina Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya berdewamiya piştevanî û alîkariya Holandayê ya ji bo hêzên Pêşmerge li şerê dijî DAIŞ ê de kir û rola hêzên Holandayê di perwerdekirin û bihêzkirina şiyanên Pêşmerge da bilind nirxand.
Wezîrê Berevaniyê yê Holandayê, ji aliyê xwe ve, tekez li ser pêdagirbûna welatê xwe ya bi piştevaniya asayîş û aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî kir û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê hevbeşê sereke ye di şerê li dijî terorê û dabînkirina ewlehiya navçeyê da.
Herdu alî li ser pêwîstiya berdewamiya xebata hevbeş hevhizir bûn û nêrînên xwe yên li ser rewşa Êzdiyan û vegera wan ya warên wan, pêşhatên dawî li navçeyê, bi taybetî gûhertinên Sûriyê û encamên wê û çendîn mijarên din ên ku di berjewendiya hevbeş de, danustandinê kirin.




