10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Îtalya guhertinên li Sûriyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Îtalya civiyan û di wê hevdîtinê de rewşa navçeyê û guhertinên li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Îro danê sibê 22.12.2024 Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Îtalya Guido Crosetto kir.
Di wê civînê de ku, herdu aliyan behsa peywendiyên hevbeş û hevkariyên leşkerî û emnî yên navbera Îtalya û Iraqê de kirin. Herwiha rola hêzên Îtaliyayê li şerê dijî terorîstan, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û metirsiya serhildana DAIŞê gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên Îtalya bo Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de bi taybetî şerê dijî terorîstan û jinavbirina DAIŞê kir û amadehî û xwesteka Herêma Kurdistanê jî ji bo berfirehkirina hevkariyên zêdetir ên hevbeş nîşan da, ji bo parastina aştî û aramiya navçeyê.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniya Îtalya tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wî giringiyê dide peywendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê weke hevbeşeke girîng. Herwiha pesnê rola Pêşmerge ya di şerê dijî terorîstan û têkşikandina DAIŞê de da û rol û pêgeha Herêma Kurdistanê li navçeyê bilind nirxand.
Herdu aliyan li ser tevger û hewlên ji bo jinûve birêxistinkirina DAIŞê gotûbêj kirin û gotin ku ew hîn metirsiyeke rasteqîne li ser ewlehî û aramiya Iraq, Sûriye û navçeyê ne, lewma berdewamiya alîkariya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo Iraq û Iraqê giring e. Herwiha tekezî li ser wê yekê kirin ku Iraq tevlî pirsgirêk û nakokiyên navçeyê nebe.
Pêşhatên dawî yên li navçeyê bi taybetî guhertinên li Sûriyê û bandora wê li ser çend mijarên berjewendiya hevbeş mijareke dinî hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar