10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Kongrêsman Waltz tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan û parastina ewlehî û aramiyê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya hikûmeta dahatî ya Amerîkayê rewşa dawî ya Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê Mike Waltz 21.12.2024 bi telefonê axivîn.

Di pêwendiyê de, pêşhatên dawî yên li Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û parastina ewlehî û aramiyê kirin.

Mesrûr Barzanî bi boneya destbikarbûna wî wekî Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî di hikûmeta dahatî ya Amerîkayê de, pîrozbahî li Kongressman Waltz kir. Herwiha pesnê wî da ji bo têgihiştina wî ya kûr ji ewlehî û mijarên girêdayî li navçeyê.

Herdu aliyan li ser encamên hilbijartinên vê dawiyê yên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê jî nêrînên xwe ji hev re nîşan dan û tekezî li ser giringiya guhertina demokratîk û bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navdewletî di vî warî de kir.

Beşeke din a vê pêwendiyê, taybet bû bi rola girîng a Herêma Kurdistanê weke hevkareke pêbawer li navçeyê û pabendbûna bi nirx û armancên hevbeş ên aştî û ewlehiyê. Herdu alî li ser giringiya hewildanên hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyan û dabînkirina aramiya berdewam hevnêrîn bûn.

 

Nûçeyên têkildar