Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe pêşkêşî hikûmet û malbatên qurbaniyên êrîşa Almanyayê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21.12.2024 peyamek li hejmara xwe tora civakî “X” derbarê êrîşa li dijî bazareke bajarê Magdeburg ê Almanyayê kir.
Mesrûr Barzanî nivîsî: “Ez ji ber êrîşa metirsîdar a li ser bazara Christmasê ya li Magdeburga Almanyayê, xemgîn û şok bûm.”
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ez sersaxiyê ji gel û hikûmeta Almanyayê re dixwazim. Di vê dema dijwar de ramanên me li gel qurbaniyan û malbatên wan e.”




