10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyan pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna rojiyên Êzî pîrozbahiyê li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dike, herwesa hêvî dike ku ew cejn ji bo Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê bibe destpêkeke nû ya tenahî û bexteweriyê.

Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşema 19.12.2024 peyameke pîrozkirinê arasteyî Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê kir û tê de cejna rojiyên Êzî li wan pîroz kir.

Ev jî tekista peyama Serok Barzanî ye:

“Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta cejna rojiyên Êzî, ez pîrozbahiyeke germ li xûşik û birayên Êzidî li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim, ez hîvîdar im ev cejn ji bo aramî û bexteweriya tevaya xûşik û birayên Êzidî bibe destpêkeke nû. Her bi vê helkefta pîroz, em tekezê li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemî pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê û deverê de dikin. Cejna hewe pîroz be û bi xêr û xweşî bimînin.


 

Mesûd Barzanî

19.12.2024”

 

Nûçeyên têkildar