Serok Barzanî û Nûnerê Sekreterê NY li Iraqê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê civiyan, û danûstandinan li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rewşa Sûriyê kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşema 19.12.2024 pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Mihemed Hesan û şanda pê re kir.
Baregayê Barzanî parve kiriye ku, di wê hevdîtinê de behsa pêngav û diyaloga navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin, tekez jî li ser pêdivîtiya pêkanîna kabîneya nû û destpêkirina karî di vê rewşa siyasî ya hestiyar a niha de hat kirin.
Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan ronahî berda ser pêşhat û guhertinên Sûriye û deverê bi awayekî giştî û behsa metirsiyên serhildana terorê û hizira tundrêtiyê kir, ihtîmala derbazbûna teroristan ji Sûriyê jî wekî metirsiyeke cidî hat danan, ku dê bandor li ser Îraq û deverê bi giştî hebe.
Her girêdayî vê mijarê, hevahengiya ewlehiyê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî de giring hat hesibandin.
Herdu aliyan hêvî jî kir ku rewşa Sûriyê tena û seqamgir bibe û arêşe û guhertin bi diyalog û hevfêmkirin di berjewendiya gelên Sûriyê de bigehin çareseriyê.




