Mesrûr Barzanî û Nûnerê NY li Iraqê: Divê mafên gelê Kurd li Sûriyê parastî be

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Berçile pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê û Serokê Şandeyê (UNAMI) Mihemed El-Hessan kir.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Herdu alî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û nehiştina encamên nerênî yên nakokî û aloziyên li navçeyê de hevnêrîn bûn.
Derbarê rewşa Sûriyê de jî, tekezî li ser giringî û pêwîstiya rêzgirtin û parastina mafên pêkhateyên cuda û di nav wan de jî gelê Kurd hate kirin.
Di mijareke din a guftûgoyan de, tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û dabînkirina mafên destûrî û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hate kirin.




