9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Xuleka rewşenbîrî bo 100 Keç û kurên Rojavayê Kurdistanê dest pêkir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Li jêr çavdêriya Ebdulxaliq Babîrî berpirsê liqa Yek ya Partiya Demokrat a Kurdistanê duhî rêkeftî 2/4 û li hula aştî xuleka rewşenbîriya siyasî bo kurdên Rojava ewên li kempa Domîz akincîne hate vekirin ku jilayê ferhengxana Dihok bi hevkarî digel liqa Yek û bi piştevaniya rêveberiya reweşenbîrî û werziş û lawan li Dihokê hatiye druskirin, ku dê deh rojan ya berdewambî û sed keç û kur têde beşdarin.


Di rêwresmekê taybet de û bi berhevbûna çavdêrê xulê ev merasîme birêve çû û di peyve kê de Ebdulxaliq Babîrî got: Xulên rewşenbîrî zor giringin û gencên me pêtvî bi van cure xula heye daku haydarbin liser rewşa henukey û pêzanînêt giştî li def peydabin çunku dijmnê kurda hemî dema li delîvan geriyaiyebu kurdan û bi xaleka reş li qelem dayne belê di sed salan de kurdan têkuşîn kirîne bo azadiyê belê dewletên hukmran dijî têkuşîna netewey bûne belê bi şanazî ve kurdan bergirî ji mafên xwe kiriye û xîn û jiyan û xuşiya xwe kiriye qurbanî jipêxemet kurdistaneka azad û hinde ji hezan hatiye cê belê ya mezin ya may divêt em liser wê kar bikeyn û piştevanên serkirdayetiya xwebin da bişên armanca cê be cê bikeyn.

 

Divêt em di rûyê mêşkî de xwe ava bikeyn daku bişên bergiriyê jimafên xwe bikeyn û kurdistanê pêtvî bi kesanên avaker heye da kar bo dewleta xwe ya netewey bikeyn û eger em bi netewî bunê xwe girê bideyn dê qazanceka baş wergirîn çunku delîve hene belê hazrî divêt bo bihêne kirin û ya giring yekhelwêstî ye û li dumahiyê dixwest ku ev xule bîte cihê mifa wergirtinê lidef keç û kurên me.


Paşan di yekem simînarde ku hate gêran ji layê Mesûd Sernî berpirsê nivêsîngeha rewşnebîrî û ragehandinê li dur rola Barzanî û hizra netewey ku têda şirovek da liser jiyan û kesayetî û xebata netewey ya Barzaniyê bab di dîroka gelê kurdistanê da ku wek serkêşê netewa kurd dihête niyasîn û got: " Gelek welat jî wek sumbul û nasname û hêmayê gelê kurd diniyasin û evejî cihê fexir û şanaziyê ye bo me kadrên Partî ku em dinav partekêda kardkeyn ku serkêşê wê xudan dîrokeka pirî mandîbûn û xizmet bît bo kêşeya kurdî.

Nûçeyên têkildar