Serok Barzanî bo Konsulê Fransa: Hêvîdar im rewşa Kurdan li Sûriyê li ber çavan bê girtin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşema19.12.2024 pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem kir.
Di civînê de behsa pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û derencamên civîna aliyan hate kirin
Serok Barzanî ronahî xiste li ser naveroka civîna ligel aliyên siyasî û ragihand, ji bo bileztirkirina vê proseyê û pêkanîna hikûmetê li ser encamên hilbijartinan, li ser civîn û diyaloga hevbeş li gel aliyan berdewam in.
Rewşa Sûriyê, guhertin û metirsiyên derketina terorê û dirustbûna nearamiya li navçeyêm bi giştî jî mijarên din ên civînê bûn.
Li ser pirsa Sûriyê jî Serok Barzanî hêviya aramî û bexteweriyê ji gelê Sûriyê re xwest ku bi diyalog û jihevtêgihiştinê arîşeyên navxweyî çareser bikin. Di vê çarçoveyê de jî, rewşa Kurdan li Sûriyê li ber çav were girtin, li gor daxwaz û mafên wan di pêşeroja Sûriyê de.




