9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî û fermandarê hevpeymaniya navdewletî rewşa Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û fermandarê hevpeymaniya navdewletî rewşa Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin.

Îro Sêşema 17.12.2024 Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya General Kevin Lehî Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê kir.
Di civînê de ku Wezîrê Pêşmerge jî tê de beşdar bû, behsa pêşhatên dawî yên rewşa ewlekarî ya li Iraq û Sûriyê hat kirin û tekezî li ser bihêzkirina hevkariyên navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymaniya navdewletî hate kirin
Serok Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de balkişand li ser berdewamiya piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ji bo Iraqê, hemahengiya hevbeş li gel hevpeymanan li rûbirûbûna metirsiya terorîstan de bilind nirxand û berdewamiya hevkarî û hevkariyên di navbera hemû aliyan wek kilîta bihêzkirina ewlehiya Iraqê da zanîn.
Ji aliyê xwe ve, General Lehî rola Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û pabendbûna hêzên hevpeyman li ser berdewamiya piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê bo parastina aramî û ewlehiyê û jinavbirina metirsiya DAIŞê dûpat kir.
Pêdagirî li ser berdewamiya hemahengî û şêwirên hevbeş ji bo dabînkirina aramiyê û çareserkirina kêşeyên niha yên emnî li navçeyê û çendîn mijarên din ên berjewendiya hevbeş mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Nûçeyên têkildar