Nêçîrvan Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê hevpareke sereke ya pêşxistina civakeke sivîl e

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di salvegera 72ê ya damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê de peyameke pîrozkirinê parve dike.
Nêçîrvan Barzanî îro Çarşema 11.12.2024 di salvegera 72ê ya damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê de peyameke pîrozkirinê parve kir û tê de ragehand, “Di bîranîna 72 saliya damezrandina wê de, ez gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî Yekîtiya Afretên Kurdistanê dikim. Ez rolê wan ê giring di pêşvebirina civakê û bihêzkirina wekhevî û dadperweriyê de bilind dinirxînim.”
Nêçîrvan Barzanî amaje jî da, "Yekîtiya Afretên Kurdistanê ji damezrandina xwe ve li sala 1952ê nîşana xebata niştîmanî û karê berdewam bûye, ji bo bicihanîna mafên jinan û bihêzkirina pêgeha wan di hemî warên jiyanê de.”
Cîgirê Serokê PDKê herwesa got, “Di dema xebata xwe ya dûr û dirêj de, Yekîtiya Afretên Kurdistanê selimandiye ku di pêşxistina civakeke sivîl de hevpareke serekî ye, herdem ji bo bergirîkirina ji mafan û misogerkirina paşerojeke baştir ji bo jinên Kurdistanê çavkaniya hêz û dahênanê bûye.”
Cîgirê Serokê PDKê tekez jî kir, “Em di vê bîranînê de bi rêzdarî renc û qurbanîdana jinan û rolê Yekîtiya Afretên Kurdistanê bibîr tînin û bi temamî piştgiriya xwe ji bo kar û bizavên wê pêxemetî parastina mafên jinan û avakirina civakeke pêşkeftîtir li ser bingeha wekehvî û dadperweriyê tekez dikin.”
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Silav li tevaya jin û dayik û xûşkên Kurdistanê ku bi dilsozî xizmeta gel û welatê xwe dikin, bila ev bîranîn ji bo berdewambûna li ser karkirinê ji bo bihêzkirina rolê jinan û bicihanîna tevaya maf û daxwaziyên wan palderek be.”




