10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîroz dike û dibêje, “Yekîtiya Jinên Kurdistanê dîrokeke bi bandor di şoreş û xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de heye”.

Mesrûr Barzanî îro Çarşema 11.12.2024 di peyamekê de ragihand, “Bi helkeftina salvegera 72ê ya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li sikirtêr û endamên nivîsîngeha sikirtariyetê û tevaya jinên Kurdistanê dikim û daxwaza serkeftin û pêşkeftinên berdewam jê re dikim.”

Cîgirê Serokê PDKê amaje jî daye, “Yekîtiya Jinên Kurdistanê dîrokeke pirî serwerî û tevlîbûneke diyar û bibandor di şoreş û xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de heye û ji bo avakirina çend jinên bişiyan û serkirde dibistanek bûye. Ez hêvîdar im di berdewamiya tekoşan û karkirina xwe ya rêkxistinî de, pêxemetî berevanîkirina ji mafên jinên Kurdistanê û maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê, berdewam û serkeftî bin.”

Nûçeyên têkildar