10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Şahê Behreynê li ser vekirina Konsulxaneya Behreynê li Hewlêrê li hev kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 10.12.2024) li Koçka Safiriyeyê li Menameyê bi Şahê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe re civiya.

Şahê Behreynê pesnê pêşkeftin û avedanî û rewşa aramî û pêkvejiyana Herêma Kurdistanê bi rêberiya jîr û hekîmane ya Serok Mesûd Barzanî kir û amadebûna Şanişîna Behreynê ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê di hemî waran de diyar kir.

Herwiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêz û spasiyên Herêma Kurdistanê ji bo piştevanî û alîkariyên Behreynê diyar kirin.

Herdu alî hevnerîn bûn û li ser giringiya mukomkirina peywendiyan û vekirina Konsulxaneya Behreynê li Herêma Kurdistanê û destpêkirina seferên rasterast ên Mename û Hewlêrê di paşerojê de li hev kirin.

Dawî guhertinên rewşa giştî ya Sûriyê û deverê jî pareke din a wê civînê bûn, ku Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî Mîr Nasir Bin Hemed Al Xelîfe û hejmareke wezîrên Behreynê jî tê de amade bûbûn.

Nûçeyên têkildar