Mesrûr Barzanî û serokwezîrê Behreyn pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

Behreyn-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 10.12.2024 di çarçoveya serdana xwe ya fermî de li Menameya paytexta Behreynê bi Cihnişîn û Serokwezîrê Behreynê Mîr Selman Bin Hemed Al Xelîfe re civiya.
Di wê civînê de pêşxistina peywendiyan û derfetên vekirina Konsulxaneya Behreynê li Herêma Kurdistanê û destpêkirina seferên rasterast ên navbera Mename û Hewlêrê li paşerojê hatin kirin.
Cihnişîn û Serokwezîrê Behreynê dilxweşiya xwe bi serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Behreynê diyar kir û amadebûna welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyan di warên cuda cuda de diyar kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Behreynê kir û heza mukomkirina peywendiyên dualî di warên berjewendiya hevpar de, xasma jî avakirina jêrxane û çaksaziyên darayî û bankî û dîjîtalkirina xizmetkariyan giştî, tekez kir.
Di tewerekî din ê wan danûstandinan de, dîtin û nerîn li ser pirojeya Rêya Pêşxistinê û dawî guhertinên rewşa giştî ya Sûriyê û deverê bi awayekî giştî li hev hatin guhertin.




