10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Opozisyona Sûriyê spasiya Serok Barzanî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê beyannameyek belav kir ku tê de hatiye, “Em spasiya birayên xwe li Herêma Kurdistana Îraqê, bi serokatiya Serkirdeyê Kurdan Mesûd Barzanî dikin; wekî ku ew bi xwe xwediyê pirsê be, bi wî awayî serederî bi pirsa Sûriyê re kir û piştevaniya wî ji bo mafên gelê Sûriyê bandoreke mezin hebû, ku mimkin nîne li ber çavan neyê wergirtin.

Di wê beyannameyê de amaje hatiye dan, “Bira û binemalên me yên Sûrî ku niha li deverên Kurdistana Îraqê ne bi taybetî, penaber û reviyayîyên destê Rijêmê bûne mêvanên birayên me li Herêma Kurdistanê, herwesa dewlet serê xebata gelê Sûriyê û qehremanên Şoreşê, li van nêzîkan vedigerin mal û bajarên xwe li Sûriyê, ji bo ku tevlî damezrandina seqamgiriya wê bibin û piştgiriya hêz û avedankirin û jiyarxweşiya wê bikin.”

Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê di wê beyannameyê de amaje jî daye, “Di vê dema dijwar de em berê xwe didin Îraqê û wan piştrast dikin ku şoreşa Sûriyê û ew operasyonên hatine destpêkirin çi zirar û arêşeyek ji bo Îraqê nabe, em di demên xweş û nexweş de hevpar in û em li benda paşerojeke baştir û zêdetir ewlehî û seqamgiriyê ne.”

Desteya navbirî tekez jî kiriye, “Hevparî û berjewendiyên me dîrokî ne û hêviyên navbera van her du welatan gelek in û nayên hejmartin, ji bo dabînkirin û seqamgirkirina ewlehiyê û belavkirina aştiyê li hemî Rojhilata Navîn, herwesa em li bendê ne ku Îraq rûpeleke nû ya pirî alîkarî û biratî û aştî veke.”

Nûçeyên têkildar