Polîtburoya PDKê: Em rêzê li bijarde û îradeya gelên Sûriyê digrin

Hewlêr-KDP.info- Li ser bûyerên li Sûriyê û ketina rejîma Beşar Esed, Polîturoya PDKê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: ‘’Em wek PDK rêz li bijarde û îradeya gelên Sûriyê digrin.
Yekşema 08.12.2024ê Polîturoya PDKê di beyanameyekî de ragihand:
‘’Derbarê guhertin û bûyerên îro li Sûriyê, em wek PDK rêz li bijarde û îradeya gelên Sûriyê digrin.
Qonaxa pêş de, bibe qonaxa xweşî, aramî û dawî hatina aloziyan û bibe destpêkek nû ji bo pêkvejiyan û hevqebûlkirina hemû pêkhateyên wî welat. Herwaha jîngeyekî baş û derfetên guncaw ên hemdemî ava bibin ji bo jiyaneke layîq ji gelê Sûriyê re.
Em hêvîdar in ev guhertin bandorên erênî li peywendiyên derve yên Sûriyê bikin û rengdaneke baş ava bike di çareseriya pirsgirêk û astengên wan çend salên dawiyê yên li seranserê navçeyê û zimanê dialoq bibe bingehê serekî ji bo çareseriy hemû pirsgirêkan û rêz li îrade û daxwazên gelan re bê girtin.
Polîturoya PDKê
08.12.2024’’




