10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em bi giringiyeke zêde çavdêriya pêşhatên Sûriyê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazê ji hemî aliyên Sûriyê dike ku, zimanê diyalogê û çareseriya aştiyane bi kar bînin, bi awayekî ku dadperwerî û wekheviyê ji bo hemî pêkhateyên Sûriyê gerentî bikin, ji wan jî gelê Kurd. Ev jî tekista wê peyamê ye:

Peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê

“Em li Herêma Kurdistanê bi giringiyeke zêde çavdêriya pêşhatên Sûriyê dikin. Em daxwazê ji hemî aliyan dikin ku zimanê diyalogê û çareseriya aştiyane bi cih bînin, bi awayekî ku dadperwerî û wekheviyê ji bo hemî pêkhateyên Sûriyê gerentî bikin, ji wan jî gelê Kurd, herwesa tevlîbûneke çalak di darêtina paşeroja welatî de misoger bike.

Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de pabendiya xwe bi parastina peywendiya hevseng û karkirinê ji bo bihêzkirina alîkariya herêmî û navdewletî ji bo piştrastbûna ji seqamgiriya Sûriyê tekez dike. Em hemî hevrikiyên ku rewşa deverê aloz bikin red dikin, herwesa tekezê li parastina ewlehî û seqamgirî û berjewendiya hemî gelan û pêkhateyên deverê dikin.

Di demekê de ku pêşhat bilez in, em tekezê li ser giringiya hevgirtin bizavên navdewletî û herêmî dikin ji bo piştrastbûna ji paşerojeke seqamgir ji bo Sûriyeyê, lewma em daxwazê ji Civaka Navdewletî û welatên deverê dikin ku rolê xwe ji bo çareseriya aştiyane bibînin, herwesa em piştgiriya xwe ji bo daxwaziyên gelê Sûriyeyê ji bo aştî û azadiyê tekez dikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

08.12.2024”

Nûçeyên têkildar