Herêma Kurdistanê: Em hêvîdar in mafên hemû pêkhateyan di Sûriya nû de parastî bin

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rewşa Sûriyê ragehand, “Em rêzê li biryar û îradeya xelkê Sûriyê digirin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê Yekşema 08.12.2024 li ser rewşa Sûriyê ragehandinek belav kir û tê de ragihand: “Guhertinên bilez û ketina rêjîma Sûriyê, serdemeke nû pêk aniye.”
Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, “Em rêzê li biryar û îradeya xelkê Sûriyê digirin û em hêvîdar in Sûriya bê azad û aram û seqamgir be û mafên hemû gel û pêkhateyan tê de parastî bin.”




