9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçirvan Barzanî: Ev bûyera dîrokî rijdbûna me ya ji bo parastina mîrata hevpar a mirovatiyê nîşan dide

Çavkanî: KDP.info

Fransa-KDP.info- Êvariya Şemiya 07.12.2024, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransa Emmanuel Macron li Parîsê, ligel hejmarek ji serkirdeyên cîhanê beşdarî kir di merasima vekirina nû ya Katedrala Notre Dame ya dîrokî.
Vexwandin û beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî di vê merasimê de nîşana dostayetî û peywendiyên ên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê ye û herwiha nîşana giringiya rol û pêgeha Herêma Kurdistanê li ser astê navçeyê û peywendiyên dîplomatîk ên navneteweyî nîşan dide.

Ji bilî peywendiyên dîplomatîk, hevkariyên Fransa bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di warê çandî de jî qadeke din a peywendiyên dualî ye. Di vî warî de, Herêma Kurdistanê di warên curbicur ên çalakiyên çandî û arkeolojîk de, hevkariyeke nêzîk ligel rayedarên Fransa heye.
Derbarê beşdariya xwe di wê merasîmê de, Nêçîran Barzanî di peyamekê de ku li ser tora civakî ya X de belav kiriye û gotiye: “Min careke din ligel Serok Macron û serkirdeyên din li Parîsê beşdarî kir di merasima vekirina nû ya Katedrala Notre Dame ya dîrokî. Ev bûyera dîrokî rijdbûna me ya ji bo parastina mîrata hevpar a mirovatiyê nîşan dide. Ez hevalê xwe Serok Macron ji ber vê serkeftina bêhempa pîroz dikim.”
Piştî bidawîhatina wê merasîmê, Serok Nêçîrvan Barzanî li Koşka Elysee beşdarî kir di xwarina ku ji aliyê Serok Macron ve ji bo mêhvan û beşdarên merasîmê hatibû amadekirin.

Nûçeyên têkildar