10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Îtalya pêşhat û guhertinên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Mesûd 

Îro Dûşema 02.12.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Niccolò Fontana Balyozê nû yê Îtalya li Iraqê kir.

Di vê hevdîtinê de ku Michele Camerota Konsulê Giştî yê Îtalya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê nû yê Îtalya xweşhaliya xwe bi helkefta destbikarbûna xwe ya li Iraqê û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşanda û balkişand li ser peywendî û dostayetiya di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de û amadehiya xwe jî ji bo berfiretir kirin û berev pêşve birina wan peywendiyan di warên cûda cûda de derbirî.
Balyozê Îtalya li Iraqê bi serketiyane birêveçûna hilbijartinên Parlemena Kurdistanê bi rêjeyekî ber bi çav ya beşdariya xelkê û li rewşeke aram de, wekî serketineke mezin ya Herêma Kurdistanê li bi cîhkirina demokrasiyê da zanîn.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li erkê wî yê nû de, ji Balyozê Îtalya kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Ji bilî balkişandina li ser girîngiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îtalya, wan peywendiyan bi dostane û dîrokî wesif kir.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî û guhertinên navçeyê û metirsiyên serhildana terorê hate guftûgo kirin.

Hêjayî gotinê ye her di vê hevdîtinê de Michele Camerota Konsulê Giştî yê Îtalya li Hewlêrê ku dawî bi erkên wî yên li Hewlêrê hatiye, ji bilî spas û rûmetên xwe yên ji bo xelkê Kurdistanê malavayî yê li Serok Barzanî kir û Serok Barzanî jî ji bo pêşxistina peywendiyên herdu aliyan spasî erk û hewlên Konsulê Giştî yê Îtalya yê kir û hêviya serkeftinê li erk û karên wî yê nû de xwest.

Nûçeyên têkildar