10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Şaredarê Bexdayê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Şemiya 30.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Endazyar Emar Mûsa Kazim Şaredarê Bexdayê kir.

Di hevdîtinê de behsa plan û bernameyên di derbarê avadankirin û geşkirina jêrxana Bexdaya paytexta Iraqa Federal kirin û Serok Barzanî destxweşiyê li hewl û hengavên wan yên ji bo avadankirin û geşkirina Bexdayê kir.

Her di vê hevdîtinê de Şaredarê Bexdayê du tabloyan wekî diyarî pêşkêşî Serok Barzanî kir ku yek ji wan wêneya serdema zaroktiya Serok Mesûd Barzanî bû.

Nûçeyên têkildar