10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Konsulê Îtalyayê pêşdebirina pêwendiyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Mijdarê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê Michele Camerota kir, ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdan kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî kar û xebatên Konsulê Giştî yê Îtalyayê ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê bê de xwast.

Konsulê Giştî yê Îtalyayê pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hevahengiya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe ji bo zêdetir pêşdebirina pêwendiyên dualî tekez kir.

Nûçeyên têkildar