Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li ser pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

Duhok-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Îna 22.11.2024 li bajarê Duhokê, di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) de, pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir.
Mijara serekî ya wê civînê girêdayî amadekariyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.
Herdu alî li ser pêkanîna hikûmeteke hevgirtî ya tevgir hevnerîn bûn, ku di zûtirîn dem de dest bi karê xwe bike û bê cudahî xizmeta hemî welatiyên Herêma Kurdistanê bike.
Tekezî li ser giringiya dabînkirina mûçe û mafên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê hat kirin. Herwesa herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de li hev guhertin.




