10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Spasiya xelkê Kurdistanê dikim ku helbijartineke serkeftî encam dan

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û îro 22.11.2024ê li Forma MEPS2024 li Duhokê gotara destpêkirina formê pêşkeş kir û ragehand: Biryar û gotûbêjên forma MEPS giring in biçin berdestê biryarbidest ên Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê ku sûd jê werbigrin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha got:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêber û pêşevayê me cenabê Serok Barzanî

Serokomarê Iraq a Federal birêz Dr. Letîf Reşîd

Serokê Parlamentoya Iraqê Birêz Mehmûd Meşhedanî

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Birêz Ahmed Davutoglu

Serokwezîrê berê yê Iraqê birêz Heyder Ebadî

Dîplomatkarên birêz

Akademîsyenên birêz

Mêvanên hêja û qedirgiran

Ji her deverekî ku hûn hatibin bixêr û ser ser û ser çavên me hatin. Em bi hatina we serbilindin û bi amadebûna we ya di vê forma pêncem a MEPS de li zanîngeha Amerîkî ya li bajarê xweşik a Duhokê. Hêvîdarim wan du rojane de ev forme ku tê encamdan, hemû nêrîn û biryarên vê formê de derdikevin û axaftin li ser tê kirin, bikevin berdestê biryardestên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û sûd û mifayê jê werbigrin.

Ev pêncemîn care ev forme li bajarê Duhokê bi rêya zanîngeha Amerîkî tê kirin, ez destxweşiyê li rêxistvanên vê formê dikim. Hêvîdarim sal bi sal bikarin ew form berdewam bike û baştir birêve biçe.

Cîhê xwe de ye ku ez destxweşiyê li zanîngeha Amerîkî bikin, hem ji ber rêxistina vê formê, hem jî ji ber kêmtir di deh salan de destkeftekî navnetewî karîn bidest bînin. Ew jî ji ber bûne berbijêr bo ku ‘Accreditation Niche’ werbigrin. Naha berbijêre û ev destkeftekî mezine bo vê zanîngehê ku naha temenê wê tenê 10 sal e.

Spasiya xelkê Kurdistanê dikim ku helbijartineke serkeftî encam dan.”

Nûçeyên têkildar