Serok Barzanî pêşwazî li şanda Hevpeymaniya Enbarê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê kir û pê re danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro Duşema 18.11.2024 li Pîrmamê pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê bi serokatiya Qasim Fehdawî kir.
Di wê hevdîtinê de, herdu aliyan behsa rewşa siyasî ya Îraqê û deverê û dawî pêşhat û guhertinan, herwesa danûstandin li ser rêyên parastina seqamgiriya Îraqê û hevahengî û karê hevpar ê navbera aliyên Îraqî jî kirin.




