10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî: Divê arêşe bi rêya diyaloga avaker bên çarekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşema 13.11.2024 pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Di civîna navbera wan de danûstandin li ser encamên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û herwesa rewşa welatî û dawî pêşhatên deverê hatin kirin.

Sûdanî serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Herêma Kurdistanê pîroz kir û pesna tevlîbûna zêde ya welatiyên Herêma Kurdistanê di piroseya hilbijartinan de kir, ku nîşana şiyariya siyasî ya gelê Kurdistanê û pabendbûna wan bi piroseya demokrasiyê ye.

Her du aliyan tekez li ser giringiya bihêzkirina mîkanîzmên hevahengiyê yên hevpar û pêdivîtiya çarekirina dosyeyên hevpar ên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyaloga avaker û pabendbûna bi destûrê Îraqê kir. Herwesa her du alî li ser giringiya berdewambûna danûstandinan ji bo bihêzkirina alîkariyan û pêşxistina peywendiyên navbera xwe hevnerîn bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve pesnê piştgiriya Serokwezîr Sûdanî û aliyên peywendîdar ên Îraqê ji bo biserxistina hilbijartinan kir, herwesa tekez li ser giringiya bihêzkirina alîkariyên navbera Hewlêr û Bexdayê di qonaxa bê de kir.

Di tewerekî din ê wê civînê de danûstandin li ser pêşhatên Rojhilata Navîn û bandorên wan li ser Îraqê hatin kirin. Di vî warî de, her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya dûrxistina welatî ji encamên hevrikiyên herêmî û karê hevpar ji bo parastina ewlehî û seqamgiriyê kir.

Peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran û deverê re û çawaniya pêşxistina wan jî aliyekî din ê wê civînê bû, ku hejmareke berpirsên her du aliyan jî tê de amade bûbûn.

Nûçeyên têkildar