Nivîsîngeha YE: Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê serkeftî bû

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pênşema 7ê Mijdarê pêşwazî li Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpayê li Herêma Kurdistanê Radu Botum kir.
Di civînê da hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û pêngavên bên yên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Yekîtiya Ewrûpayê ra û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêjkirin.
Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpayê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku li gor nirxandina wan proseya hilbijartinan û dengdanê serkeftî bû û bi rêkûpêk derbas bû û got ku, ew ji proseyê razî bûn û ji bona vê yekê destxweşiyê li hemû aliyên peywendîdar kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser berfiretirkirina hevkariyên hevbeş yên di navbera welatên Yekîtiya Ewrûpayê û Iraq û Herêma Kurdistanê da kirin, bi taybetî di warên ku ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst in û ji bo bihêzkirina saziyên Herêma Kurdistanê dikarin bibin alîkar.
Metirsî û rewşa aloz ya Rojhilata Navîn û çendîn pirsên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.




