10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşema 7ê Mijdarê bi Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchen re civiya û rewşa navçeyê gotûbêj kirin.

Balyozê Brîtanyayê bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir û serkeftina proseya dengdanê bilind nirxand.

Herdu alî li ser girîngiya hevkariya hevbeş a aliyên siyasî û girtina rêkarên ji bo pêkanîna kabîneya bê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevdeng bûn.

Herwiha tekez li ser xwesteka du alî ya ji bo pêşxistina peywendiyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kirin.

Di civînê de ku, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, rewşa aloza Rojhilata Navîn hate nirxandin û bi pêwîstî hate zanîn ku, Iraq xwe ji wan aloziyan dûr bixe û nekeve di nava nakokiyên herêmî de.

Nûçeyên têkildar