10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Trump kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşema 06.11.2024 di posteke tora civakî ya Xê de pîrozbahî li Donald Trump kir, ji ber serkeftina wî di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de.

Nêçîrvan Barzanî di postê xwe de nivîsiye, “Ez germtirîn pîrozbahiyan li Serok Donald Trump û Cîgirê Serokê Hilbijartî J. D. Vans dikim, ji ber serkeftina wan di hilbijartinan de.”

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Ez bi hemî dilxweşî ve li benda wê yekê me ku em bi hev re kar bikin, ji bo zêdetir mukomkirina hevpariya me û kûrkirina peywendiyên dualî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îraq û Amerîkayê.”

Nûçeyên têkildar