Pîrozbahiya liqê 18 bi helkefta cejna Qiyameya hezretê Mesîh

Amêdiyê-KDP.info/ Bi helkefta cejna birayên mesîhî, bi navê liqa 18 û cemawerê devera amêdiyê, germtirîn pîrozbahiyên xwe arastey hemî mesîhiyên kurdistanê bi giştî û parêzgeha Dihokê bi taybetî dikeyn û ji xudê mezin dixwazîn ku hemî rojên gel û welatê me her cejin û şadî bin û ev cejin û bîrhatine bibne egerê bêtir bi hêzxstina peywendiyên hemû pêkhatên civakî li kurdistanê û guman têda nîne ku her li serdemên kevin taku evro Mesîhiyên kurdistanê pişkdariyeka berçav hebûye di avakirina şaristaniyeta kurdistanê de û rolekê mezin gêraye jibo pêşvebirin û bi hêzxstina biniyatê civakî li welatê me û dîsan birayên me yên mesîhî ji ber wê dilsozî û wefadariya wan bû kurdistanê û pişkdariya wan dihemû şoreş û raperînên kurdistanê da tuşî qrkirin û Enfal û azardanê bûne wekî her takekê vî welatî û bê cudahî dagîrkerên kurdistanê bi yek çav sehkiriye hemî Ol û ayin û pêkhatên kurdistanê.
Dubare ev cejne li hemî birayên Mesîhî pîrozbît




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)