10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Divê pêkanîna hikûmetê li ser bingehê encamên hilbijartinan be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşem, 04.11.2024 pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir.

Tewerê serekî yê danûstandinan girêdayî rêkar û amadekariyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Her du alî li ser giringiya hevfêmkirina aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya nû di zûtirîn dem de hevnerîn bûn, ji bo ku berdewamiyê bide kar û pirojeyên xwe yên xizmetkarî û xizmeta tevaya welatî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kiriye ku, pêdivî ye pêkanîna hikûmetê li ser bingeha dengên aliyên siyasî û encamên hilbijartinan be û hikûmeteke seranserî û bihêz û hevgirtî be.

Di pareke din a wê civînê de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser şer û aloziyên Rojhilata Navîn li hev guhertin. Her du alî li ser parastina ewlehî û seqamgiriya deverê û dûrxistina encamên wan şer û aloziyan li ser Îraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.

 

Nûçeyên têkildar