10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Konsulê Îmaratê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û dostaniyê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îmaratê de hat kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 30ê Cotmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarat li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm El-Zahirî kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya erk û hewlên Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Her di vê hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îmaratê de hate kirin.

Nûçeyên têkildar