10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Emmar El Hekîm danûstandin li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkan kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê danûstandinan li ser giringiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 29.10.2024 pêşwaziya Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emmar El Hekîm kir.

Di wê hevdîtinê de, Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emmar El Hekîm serkeftina piroseyac hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kir, ku di rewşeke aram û zelal û demokrasî de bi rê ve çû.

Di tewerekî din ê wê hevdîtinê de, danûstandin li ser giringiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Her di wê hevdîtinê de, herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser piroseya serhejmêriya giştî ya şêniyan li Iraqê li hev guhertin, ku biryar e li roja 20ê meha bê were kirin.

Di vî warî de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, pêdivî ye serhejmêrî tenê ji bo merema pêşxistin û baştirkirina rewşa jiyana welatiyên Îraqê be û ji her armanc û pirseke siyasî dûr be.

Nûçeyên têkildar