Mesrûr Barzanî: Van hilbijartinan nîşan dan ku xwediyê peyama aştî û bexteweriyê, bêtir cihê baweriya gel e

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 29.010.2024, hevdîtina Dîdara Mêrî a 2024, bi navnîşana (Ber bi rêveberiyeke rast û asta xwaşiya jiyanê) çalakiyên xwe li Hewlêrê dest pê kir û dê 2 rojan berdewam bike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di beşdarîkirina wê hevdîtinê de di dema meşandina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de ragehand: “Hilbijartineke girîng bû ji bo Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina rewatiyê ji bo hemû sazî û cihên desthilatê li Herêma Kurdistanê. Diviyabû ev hilbijartin di sala 2022 bihata kirin, lê ji ber sedemên diyar û israrên hindek aliyan hilbijartin hat paşxistin taku gehişte wê astê ku daxwaza guhertina yasaya hilbijartinê û nehîştina kotayên pêkhateyan hat kirin û daxwaza wê hat kirin ku komîsyona Hikûmeta Federal li Bexdayê serpereştiya vê hilbijartinê bike ku evane hemû wisa lê hat ku me 20ê vê heyvê bi sedî 72 yê xelkê Kurdistanê ev hilbijartin encam da. Ev amajeyeke pir diyare ku xelkê Kurdistanê hişyare û baweriya wan bi demokasiyê heye û bi beşdariya xwe û bi dengdana xwe ji wan aliyên ku baweriya wan pêye, diyar kirin ku çi dixwazin û nirxandina wan bo aliyên siyasî çi bû ye, niha ku em li benda encamên fermî yên hilbijartinan in, dê eşkere bibe ka encam çi ne û hêvîdar im her kes vê yekê qebûl bike, her çend têbîniyên xwe hebûn jî, lê helbet bi beşdariya aliyên navdewletî, eşkere bû ku hilbijartineke pir baş bû û divê her kes qebûl bike ku nêrîna xelkê çi dibe bila bibe, divê encam ji bo aliyên siyasî tetmînkar bin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir, “Hemî aliyên siyasî yên ku tevlî wê piroseyê bûn wesa kir ku, piroseya hilbijartinan bi ser bikeve. Herwesa alîgirên aliyan jî bi tevlîbûna xwe wesa kir ku Kurdistan di wê piroseya siyasî de serkeftî be û ya yekê be.” herwesa got, “Gelek alî hebûne ku pêş hilbijartinan pêşbîniya encamekê kirine, lê piştî hilbijartinan ku encam bi awayekî din derkeftine, niha helwesteke din wergirtine.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Pêdivî ye êdî xelkê Kurdistanê fêm bike ku rastiyek heye, divê ew rastî bê qwbûlkirin, encamê vê piroseya hilbijartinan nerîna rastîn a xelkê Kurdistanê bû ku xelkê Kurdistanê bawerî bi kê aniye. Herwaha ew bizavên têkdanê ku gelek tişt bi awayekî din hatine wênekirin, niha ji xelkî re diyar bû ku çi bingeh ji bo wan gotinan nebûne, xelkî bi nerîna xwe diyar kir û eşkere kir ku çi paşerojê dixwazin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Her bi vî awayî jî PDK wekî partiya serkeftî ya vê piroseya hilbijartinan dê bi peyamên xwe re rastgo be ku peyama avedaniyê bû, peyama aştiyê bû, peyama pêkvejiyanê bû, peyama xweragiriyê bû. Ev peyam ji dilê PDKê derkeftine, ev ew rêbaz e ya ku PDK li ser hatiye perwerdekirin, PDKê li ser kar kiriye, ji niha û pê de jî bi her kesekî re ku bixwaze tevlî hikûmeta bibe dê bizavên bike ku bersivdera hez û daxwaziyên xelkî be ku ew dixwazin welatekî aram hebe, welatekî pêşkeftî hebe, welatek hebe ku roj bi roj pêgavan biavêje.”
Serokê Hikûmetê amaje bi wê da: “Bê guman her welatiyekî çi ciwan û çi hemwelatiyek din hêviya wekheviya derfetan e û erkê hikûmetê ye ku wan derfetan dabîn bike. Hikûmet emrazeke ku bi destê wan kesên ku hikûmetê birêve dibin, ew kesên ji aliyê hizbanve hatine û hikûmetê birêve dibin jî. Ji ber wê jî divê hizra yekgirtî û hevbeş hebe ji bo birêvebirina hikûmetê û her kes pêgirê wê be, nabe ku tu di hikûmetê de beşdar bî û di heman demê de rê li ber cîbicîkirina hizra hikûmetê bigrî.”
Serokê Hikûmetê ragehand: “Ez dikarim amaje bi van çend salên borî ya kanîneya nehem bidin ku PDK li gel wê bernama hevbeş a li hikûmetê de hebû ye, berdewam bûye di avakirina niştîmansaziya we cenabê we behs kir. Başe me qet hest bi wê kiriye ku xelk pêwîstiya wê bi çi heye? Bi taybetî di warê xizmetguzariyê de gavên pir baş hatin avêtin, di warê avakirina binesaziyeke aborî tiştên gelek baş hatine avakirin di warê avakirina stratejiyeke niştîmaniya neteweyî li ser asta hemû Kurdistanê tiştên gelek baş hatine avakirin, lê ev nayê wê wateyê ku mixabin em bê asteng nebûne, lê di van salên dawî de astengî di cîbicîkirina bernameyên hikûmetê de derketine. Ji ber wê ez behsa salên borî dikin ji ber ku hindek tişt hatine çêkirin ku pêwîstî bi temamkirinê heye, bo mînak ez behsa dîjîtalkirina karên xizmetgurariyan bikin ku eve tiştekî gelek girîng bû ye, gelek cara li ser gelek ji pêkhateyên rêveberiyê biryar dihat dayîn bêy ku agahiyên temam li ber dest be. Di van salên dawî de me hewlên cidî dane ji bo avakirina navendeke daneyan a pir pêşketî li Herêma Kurdistanê û spas ji bo xwedê ku niha daneyên pir û pir baş û rast hene ku em biryarê li ser bidin.”
Herwaha got, “Dûre di warê tenduristiyê de, di karê rojane de, di Wezareta Karên Hundir de yan jî di her wezareteke din de xebateke cidî hate kirin û ev tiştane jî hatin kirin. Ji hêla aborî ve, heke kesek bixwaze bêyî xwe wekî karsaziyek qeyd bike, niha rêkar wiha hatine hêsan kirin ku bi çend demjimêran dikare van tiştane bikin ku berê demeke gelek gelek dirêj pêwîst dikir. Di warê aborî de jî me biryar da ku aboriyê cihêreng bikin û gavên pir baş avêtin û gihîştin astekê ku vejandina aborî bi salan ji %1.8 derket %8. Me ji bo cotkarên Kurd û berhemên navxweyî jî bazarên derve vekir.”
Mesrûr Barzanî amaje bi wê da: “Di warê sektora bankî de gavên pir û pir baş hatine avêtin, ku hêj hemû nehatine temam kirin, lê qonaxek pir baş derbas bûye û em hêvîdar in ku di demek nêzîk de ev hemû bibin alîkar bo avakirina vî welatî.”
Herwaha got, “Ya girîng di siyaseta me de ew e ku hemwelatî navend e, navenda girîngîpêdanê ye, ango tê wê wateyê ku her tiştek di berjewendiya hemwelatiyan de be, hertiştek hêsankarî û xizmetguzariyê bo hemwelatiyan baştir bike, divê Hikûmet xwe bigunce li gel daxwazên xelkê û di ware cîbicîkirinê de jî amade be ku xwe li gel pêşkeftinên Cîhanî li ser asta navçe û navneteweyî bigunce.”
Serokê Hikûmetê ragehand: “Mixabin siyaseta diravî ya ku li piraniya deverên Iraqê, zêde ne alîkar e, ji ber ku niha cîhan ber bi kredî, bankî, dîjîtal û tiştên mîna wan ve diçe. Me li Herêma Kurdistanê jî dest bi vê bernamê jî kiriye, me destpê kiriye ku hemû hemwelatiyekî Kurdistanê, cara yekem fermanberên hikûmetê û piştre hemû hemwelatiyek hejmara xwe ya bankî hebe. Eve pir alîkar dibe bo van hemwelatiyan ji bo ku kengê xwest, çawa xwast û çend xwest, bikaribe pareyê xwe li bankê derbîne yan jî mamelê pê bike. Li ser mijara ku tê gotin Hejmara Min, eve hejmareke şexsî nîne û hejmara hizbî nîne, eve hejmara hemwelatiyên Kurdistanê ye û vegerandina desthilatê ye bo hemwelatiyê ku hemwelatiyê xwe bêy ku mineta ti berpirsekî siyasî û hizbeke siyasî li ser ve be, bikaribe mamele bi serwet xwe bike, bikaribe ku kengê û çawa bixweze, wisa mamele li gel dahata xwe ya darayî bike.”
Mesrûr Barzanî tekez kir: “Ji bo jinavbirina gendeliyê xebateke cidî hatiye kirin, lê ev yek pêwîstî bi wêrekî û piştevaniyê heye. Nabe aliyekî siyasî dijî projeya li dijî gendeliyê raweste û hikûmet jî bi tenê nikare vî karî bike.
Partiyeke siyasî nikare li dijî projeya li dijî gendeliyê raweste û hikûmet jî bi tenê nikare vî karî bike. Divê desthilat hemû bi hevre mikur bin li ser wê ku gendelî nemîne, yekem tişt bi xwe dev ji gendeliyê bînin, ew kesê ku dixwaze gendelî nemîne, divê yekemcar bi xwe dev ji gendeliyê berde.”
Herwaha ragehand : “Pêşmerge cihê serbilindiyê ya hemû Kurdistanê ye, li her kuderê be, her kesê ku rojekî jî pêşmegetî kiribe, berevanî li welat û kerameta xelkê Kurdistanê kiribe, cihê serbilindiyê ye, vê ja yekineya heftê be, yekîneya heştê jî be, hêzê hevbeş be, yê aliyekî din yê siyasî be, her pêşmergeyek berevaniyê li xelk û welatê xwe kiribe, cihê serbilindiyê ye.”
Herwaha got, “Ez rêzê ji yekîneyên 70 û 80 re digirim. Di van yekîneyan de kesên têkoşer û qehreman hebûn. Rast e wan siyasî bo siyasî hebûn, lê pêşmergeyên din jî hebûn, wek mînak Partiya Sosyalîst, lê şehîd û qurbanî jî dan û Pêşmergeyên Kurdistanê ne. Raste ku piştgiriya wan bo aliyekî siyasî hebû ye, lê Pêşmerge hebûye ser bi hizbekî din ê siyasî bûye wek mînak Hizba Sosyalîst, lê şehîdên wan jî hebûne û qurbanî dane û pêşmergeyên Kurdistanin. Wê demê eger meyleke siyasî hebe û pêşmerge be, tu nikarî bibêjî ku ev hêz ne hêzeke netewî ye. Tu nikarî pîvanan ji bo Pêşmerge diyar bikî ji ber ku meyla wan a siyasî heye Pêşmerge ne hêzeke netewî ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî da: “Hêvîdarim ku her kesek, her nêrînekî wî hebe, evane weke nêrînên şexsî cihê rêzê ne, lê divê tiştek me kombike ku ew jî berjewendiya bilind a gel û nîştîmane, ta ku em bikaribin xizmetkarê gel û welatê xwe bin bo berjewendiya bilind a welatê xwe, destê aşitiyê bo hevdû dirê bikin û hevdû qebûl bikin, eve jî zêdetir dikare alîkar be bo baştirkina rewşa herêma Kurdistan û Iraqê bi girştî jî. Her wiha ez dikarim bibêjim ku van hilbijartinan nîşan da ku kesên ku peyama aştî û bextewariyê hildigirin, di nava gel de bêhtir pêbawer bûn, hêvîdar im her kes vê rastiyê fêm bike û aştî û aramî şûna nakokiyên pûç bigire.”




