Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amerîkayê li ser rewşa Rojhilata Navîn axivîn

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Sêşema 29.10.2024ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya xatûn Elena Romanowski Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir.
Di civînê de behsa hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û encamên hilbijartinan hate kirin û xatûn Romanowski bi boneya serkeftina hilbijartinan pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir. Di vê derbarê de herdu aliyan tekez li ser girîngiya lihevtêgihiştina aliyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmetê kirin.
Di civînê da behsa peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hewlên wan yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da hate kirin. Herdu aliyan berdewambûna gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya lihevtêgihiştinê bilind nirxand û hevdeng bûn ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dê aramiya welat bihêztir bike.
Di mijareke dinê vê hevdîtinê de, balkişand li ser pêşhatên dawî yên rewşa metirsîdar a Rojhilata Navîn û tekez li ser girîngiya bi hev ra karkirina hemû aliyên li navçeyê ji bo parastina aramiyê û rêgirtin li zêdetir berfirehbûna aloziyan. Herwiha tekez li ser wê yekê jî kirin ku divê Iraq dûrî nakokî û pirsgirêkên navçeyê bimîne.
Di civînê da, herwesa, peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û çend pirsên din ên xwedî berjewendiya hevbeş jî hatin gotûbêjkirin.




