Serok Barzanî û Ammar Hekîm rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Sêşema 29ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Tevgera Hikme ya Niştimanî ya Iraqê Emmar El-Hekîm kir.
Di destpêka hevdîtinê de, Ammar El-Hekîm bi boneya serkeftina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê li 20ê Cotmehê, pîrozbayî li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û bi destkefteke girîng binav kir.
Her di vê hevdîtinê de, herdu aliyan gotûbêj li ser rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de, pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehî yên navçeyê û pêwîstiya parastina aramiyê li Iraqê kirin.




