10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Seyîd Emmar El Hekîm kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Sêşema 29.10.2024ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê de ligel Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Tevgera Hikme a Nîştimanî ya Iraqê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encamên wê gotûbêj kirin û Seyîd Emmar El Hekîm serkeftina hilbijartinan li Serok Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û li dor têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa navçeyê de bîr û ramanan li hev guhertin.

Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku çareserkirina pirsgirêkan bi rêya li hevtêgihiştinê û li ser bingeha destûrê dê aştî û aramiya Iraqê zêdetir bihêz bike. Her di vê derbarê de hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Iraqê ji bo berjewendiyên bilind yên Iraqê bi girîng zanîn.

Di vê dîdarê de, herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e hemû alî kar ji bo parastina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn bikin û Iraq nekeve nav aloziyên navçeyê.

Nûçeyên têkildar