10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Spanyayê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza nû ya Spanyayê li Îraqê kir û pê re danûstandinan li ser hin mijaran kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 28.10.2024 pêşwaziya Balyoza nû ya Şanişîna Spanyayê li Iraqê Alicia Rico Del Pulgar kir.

Tevî pîrozbahiyê û daxwaza serkeftinê ji bo Balyozê Spanyayê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya alîkarî û piştevaniya Spanyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî Teroristên DAIŞê de kir.

Balyoza Spanyayê jî ji aliyê xwe tekez li ser pêşxistina peywendiyên welatê xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de kir, herwesa ji bo serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê jî pîrozbahiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Giringiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser bingeha destûrî û rêzgirtina li sîstema federalî û qewareya Herêma Kurdistanê jî mijarên pareke din a danûstandinan bûn. 

Nûçeyên têkildar