10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Swîsrayê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Swîsrayê kir û di wê hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê axivîn.

Serok Barzanî îro Duşema 28.10.2024 li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê nû yê Swîsrayê li Iraqê Daniel Hun kir.
Di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî vekirina Balyozxaneya Swîsrayê li Bexdayê û destpêkirina karî li Balyozê nû yê Swîsrayê li Iraqê pîroz kirin û daxwaza serkeftinê jê re kir, ragehand jî, gelê Kurdistanê rêzeke taybet ji bo gel û Hikûmeta Swîsrayê heye, herwesa Serok Barzanî hêvî jî kir ku peywendiyên her du aliyan di warên cuda cuda de, xasma jî di warên jêrxaneya aborî û tendirustî de berfireh bibin.
Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Swîsrayê li Iraqê rêz ji bo rolê dîrokî yê Serok Barzanî di piroseya siyasî ya Iraqê û Kurdistanê de diyar kir, herwesa serkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê pîroz kir û dilxweşiya xwe jî ji bo birêveçûna hilbijartinan di rewşeke tena û aştiyane de ragehand û wekî serkeftineke mezin ji bo gelê Kurdistanê û demokrasiyê hesiband.
Her li ser hilbijartiên Perlemana Kurdisatnê, Serok Barzanî fezlê tenahî û birêveçûna serkeftiyane ya wê piroseyê ji bo gelê Kurdistanê vegerand û kurtiyek jî li ser pêngavên qanûnî yên piştî piroseya hilbijartinan behs kir.
Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û dawî pêşhatên li ser astê deverê jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.

Nûçeyên têkildar