10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Swîsrayê serkeftina hilbijartinan li Mesrûr Barzanî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Swîsrayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 28.10.2024 pêşwaziya Balyozê Swîsrayê li Iraqê Daniel Hun kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vekirina Balyozxaneya Swîsrayê li Bexdayê û destpêkirina karî li Balyozê Swîsrayê pîroz kirin, herwesa piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, pêxemetî zêdetir pêşxistina peywendiyên dualî, jê re diyar kir.
Herwiha Balyozê Swîsrayê jî heza welatê xwe ji bo bihêzkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re tekez kir.
Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Swîsrayê jî serkeftina hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kir. 

Nûçeyên têkildar