10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê serkeftina hilbijartinan li Mesrûr Barzanî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27.10.2024 pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî kir.

Di hevdîtinê de dawî guhartin û pêşhatên rewşa ewlekariya Iraqê bi giştî hat gotûbêjkirin.

Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê serkeftina proseya hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Iraqê, li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Di dawiya hevdîtinê de, herdu alî li ser girîngiya zêdetir pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê û parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî hevnêrîn bûn.

Nûçeyên têkildar