Nêçîrvan Barzanî: Joyce Blauyê jiyana xwe bi piştgiriya gelê Kurd derbas kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbata Profesor Joyce Blauyê re xwest û got, Joyce Blauyê jiyana xwe bi piştgiriya gelê Kurd derbas kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser koça dawiyê ya Kurdolog Joyce Blauyê peyamek belav kir.
Di peyama serxweşiyê de Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Hevxemiya xwe pêşkêşî malbata Profesor Dr. Joyce Blauyê, dost, nivîskar, zimanzan û pispora Kurd û wêjeya Kurdî û hevkarên wê yên li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikim. “
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de tekez kir ku Joyce Blauyê piraniya jiyana xwe ji bo piştgiriya gelê Kurd û xizmeta ziman, wêje û çanda Kurdî derbas kiriye.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku dê Joyce Blau hertim wekî kesayetiyeke dilsoz û were bîranîn.




