Serok Barzanî: Profesor Joyce Blau piştevan û dosteke mezin a gelê Kurdistanê bû

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawiyê ya nivîser û zimannas û zanaya Fransayî Profesor Joyce Blau peyamek belav kir û tê de ragihand, “Ez serexweşiyê li malbat û kesûkarên wê dikim û navbirî dosteke mezin a gelê Kurdistanê bû, ku xizmeteke zêde pêşkêşî ziman û edebiyata Kurdî kir.”
Tekista behînameya Serok Barzanî:
“Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi mixabiniyeke zêde nûçeya koça dawiyê ya nivîser û zimannas û zanaya Fransayî Profesor xanima Joyce Blau gehişt min. Xanima Joyce Blau piştevan û dosteke mezin a gelê Kurdistanê bû, ku xizmeteke zêde pêşkêşî ziman û edebiyata Kurdî û Enstîtyota Kurdî li Parîsê kir û heq li ser me tevan heye, û dilgermî û zehmetên wê ji bo xizmetkirina Kurdan nayên jibîrkirin.
Ez serexweşiyê li malbat û kesûkar û aşna û alîkarên Xudêjêrazî Xanima Joyce Blau û hemî nivîser û zimannasên Kurd dikim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.
Canê Xudêjêrazî Xanima Joyce Blau şa û bîranîna wê herdem bilind bimîne.
Mesûd Barzanî
25ê Cotmeha 2024ê”




