Nêçîrvan Barzanî êrîşa terorîstî li Enqereyê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew êrîşa terorîstî şermezar dike, ku îro Çarşemê li ser Dezgeha Pîşesaziya Balafira ya Enqerê pêk hat.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir: “Ez êrîşa terorî ya îro ya li Enqereyê şermezar dikim. Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim û ji birîndaran re jî şifayabilez dixwazim. Li dijî terorê, em bi temamî piştgiriyê li gel û hikûmeta Tirkiyê dikin.”




