Serok Barzanî û Konsulê Almanya rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Almanyayê li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de rewşa navçeyê hat gotûbêjkirin.
Serok Mesûd Barzanî îro Çarşema 23.10.2024 li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê li Hewlêrê Albrecht von Wittke kir.
Baregayê Barzanî di beyannameyekê de parve kiriye, “Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê li Hewlêrê di hevdîtinekê de ji bo birêveçûna piroseya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê bi awayekî biserkeftî pîrozbahî li Serok Barzanî kir, herwesa wekî pêngaveke giring a Herêma Kurdistanê ji bo qonaxeke nû ya siyasî wesf kir.
Herdu aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û dawî pêşhatên Îraq û deverê û peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî û herwesa pêngavên piştî piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû li hev guhertin.
Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaza serkeftinê ji bo Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê li Hewlêrê di erk û karên wî de kir, herwesa hêvî kir ku peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê jî zêdetir pêş bikevin.




