Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Tirkiyê civiyan

Enqere-KDP.info- Îro Çarşema 16.10.2024ê li Enqereyê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê aborî da kirin. Li ser çawaniya zêdekirina asta tevgera bazirganî, derfetên kar, sermayeguzarî û sermayeguzariyên Tirkiyê li navçeyên cuda yên Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Serokomarê Tirkiyê tekezî li ser berdewamiya hevkariyên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya hevbeşa di hemû waran de ya di navbera wan de kir û berhevî û xwesteka kerta taybet ya welatê xwe ji bo kar û veberhênana di war û kertên cuda da nîşan da.
Di mijareke dinî hevdîtinê de, herdu alî dilgiraniya xwe li hember rewşa aloz a Rojhilata Navîn û metirsî û encamên pêşbînîkiriyên li ser navçeyê nîşan dan. Li ser wê yekê li hevdukirin ku, divê ji bo hemû pêşîlêgirtina zêdetirbûna alozî û pevçûnan û çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyane bixebitin.
Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, projeya Rêya Geşepêdanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên herêmî ra, metirsiya terorê û şerê li dijî DAIŞê di civînê de hatin gotûbêjkirin.




