10/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Nûnerê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu alî li ser rewşa navçeyê axivîn.

Îro Sêşema 15.10.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Mihemmed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiyê li Dr. Mihemmed Elhessan kir û hêviya serkeftinê ji bo wî li erk û karê nû de xwest.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên Iraq û navçeyê û gefên li ber aramiya Iraq û navçeyê û rola Unami li çareserkirina kêşeyan û pêkanîna aramiyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal û her wiha hilbijartina Parlemena Kurdistanê û pêwîstiya birêveçûna li keşeke aram û zelal mijarên dinên vê hevdîtinê bûn.

 

Nûçeyên têkildar